Li Dirbêsiyê Şervanê YPG’ê Hisên Erebo sipartin axê

Dirbêsiyê(ANHA)- Li bajarê Rojavayê Kurdistanê Dirbêsiyê, hezaran kesî cenazeyê şervanê YPG’ê Hisên Erebo yê ku li ser peywirê xwe bi kirîza dil jiyana xwe ji destdabû sipartin axê.

Bi hezara kes di saetên sibê de li ber oçaxa tenduristiyê ya bajarê Dirbêsiyê kombibûn, cenazeyê Erebo bi kerwanekî li nava kolanên bajêr hate gerandin. Kerwanê welatiyan li qada şehîdan rawestiyan û li wir merasîm hate lidarxistin. Merasîm bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir. Piştre Endamê Saziya Malbatên Şehîdan Ekrem Mihemed Emîn axivî. Emîn bixêrhatina beşdaran kir û diyar ku Hisên her dem hewldaye ku di xizmeta gelê xwe de. Piştî Emîn li ser navê malbata şervanê YPG’ê Hisên, Ebdilîlah Erebo axivî û got: ” Şehîd ne yê me tenenêye, şehîd şehîdê hemû gelê Kurdistanêye, me bi ked û xwîna şehîdan roja îro jiyan kiriye, bi xwîna şehîdan incex em karibin azad bijîn.” Di dawiya axaftina xwe de Erebo bang li hemû partiyên kurd kir ku xwe dî li xwîna şehîdan derkevin û hêza xwe bikin yek.

Endamê Tevgera Civaka Demoqratîk(TEV-DEM) Hozan Elî axivî û diyar kir ku ciyê herî pîroz yê şehîdane. Elî di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku Hisên tevî ku pirsgirêkên wî yên tenduristiyê hebûn û bavê 5 zarokan bû, lê carde dev ji peywirên xwe berneda û karê xwe yê parastinê dikir. Piştî Elî peyama serokê Partiya pêşve rû ya kurd li Suryê(PDPKS)Hemîd Derwîş ji aliyê parêzer Cîlan Oskar ve hate xwendin. Piştî ku merasîm bi dawî bû cenaze bi kerwaneke wesayitan ber bi gundê Melk rêkirin, piştî nerîna dawî karwan berê xwe da gundê Berkevirê û li goristan Şehîd Rustem Cûdî ji aliyê hezaran kesî ve sipartin axê.

Şervanê YPG’ê Hisên Ebdilezîz Erebo li gundê Melek a Dirbêsiyê jidayik bûye, zewiciye  û bavê 5 zarokane.

Nûkirina dawîyê ( TUESDAY, 26 FEBRUARY 2013 23:02 )

أضف تعليقاً

إملأ الحقول أدناه بالمعلومات المناسبة أو إضغط على إحدى الأيقونات لتسجيل الدخول:

WordPress.com Logo

أنت تعلق بإستخدام حساب WordPress.com. تسجيل خروج   / تغيير )

صورة تويتر

أنت تعلق بإستخدام حساب Twitter. تسجيل خروج   / تغيير )

Facebook photo

أنت تعلق بإستخدام حساب Facebook. تسجيل خروج   / تغيير )

Google+ photo

أنت تعلق بإستخدام حساب Google+. تسجيل خروج   / تغيير )

Connecting to %s